Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku derîyê tevlîbûna yekîneyên Rêveberîya Polîsên Geştyarîyê ji bo mêr û jinan wekî takekes (polîs) hatiye vekirin û roja dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyên tevlîbûnê 26ê Kanûna Pêşîn a 2025an hatiye dîyarkirin.
Wezaretê îro li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ewlewîyet (pêşînî) dê ji bo wan daxwazkeran be ku di warên geştyarî, hotêlvanî û şûnwaran de xwedî pisporî ne.
Wezareta Navxwe destnîşan kir ku hemû daxwazkerên ku mercan pêk tînin, dê derbarê dema hevpeyvîn, test û pişkinînên ku dê piştre ji bo temamkirina rêkarên qebûlkirina dawî bên kirin, werin agahdarkirin. Her wiha dîyar kir ku dema dewreya perwerdeyê 4 meh in.
Wezaretê amaje kir ku kesên dixwazin navê xwe qeyd bikin, divê barkoda pêvekirî skan bikin an jî bi rêya lînkê.
