Şam-SANA
Bi boneya yekemîn bîranîna rizgarîyê, Wezareta Karên Derve û Penaberan, bi amadebûna Wezîr Es’ed Hesen El-Şeybanî, şahîyek bi beşdarîya balyozên dewletan li Şamê li dar xist. Di şahîyê de behsa dîplomasîya Sûrîyê ya nû û destkeftîyên wê di nava salekê de hat kirin.
El-Şeybanî tekez kir ku Rizgarkirin xala guherînê bû ji dîktatorîyê ber bi serdema azadîyê, û destnîşan kir ku Hikûmetê xebateke baş kiriye ji bo avakirina peywendîyên berfireh û karîbû nêzîkî hezar çalakîyên dîplomatîk di salekê de pêk bîne, û dorpêçên li dora Sûrîyê veke, bi rêya rakirina cezayan, vegera balyozxaneyan û zêdebûna amadebûna navneteweyî li Şamê.

Wezîr dîyar kir ku astengî hîn jî mezin in, nemaze yên aborî û xizmetguzarîyê, dosyayên penaberan û êrîşên Îsraîlê, û tekez kir ku hikûmet ji bo vegirtina desthilata xwe li ser tevahîya xaka welat û bidawîkirina hebûna leşkerî ya neqanûnî, tev digere.
El-Şeybanî spasîya welatên bira û dost kir, û piştrast kir ku Sûrîya nû, qada aştîyê ye. Ji hêla xwe ve jî, nûnerên şandeyên dîplomatîk pesnê vê veguherîna dîrokî dan û piştgirîya xwe ji pêvajoya aramkirin û jinûveavakirinê re dîyar kirin.








