Şam – SANA
Kesên nenas duh êvarî derdora Balafirgeha Leşkerî ya Meze li Şamê bi mûşekan armanc kirin, bêyî ku zîyanên canî çêbibin.
Jêdereke leşkerî ji SANAyê re dîyar kir ku armancgirtin bi sê mûşekan pêk hat, bêyî ku li cihê bûyerê ziyanên canî yan madî çêbibin, û amaje bi wê yekê kir ku alîyên peywendîdar li derdora balafirgehê belav bûne û dest bi lêkolînan kirine da ku çavkanîya mûşekan destnîşan bikin.
Di demeke paşê de, jêdereke ewlehîyê ji SANAyê re ragihand ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn sekoyên avêtina mûşekan ên ku derdora balafirgehê kiribûn armanc, dîtin.


