Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ civînek ligel Wezîrê Navxwe Enes Xetab û çend berpirsên wezaretê li dar xist, da ku gelek dozên têkildarî karê wan û rêyên pêşxistina wan gotûbêj bikin.
Di civîna ku li baregeha Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê li Şamê hat lidarxistin, rêkarên misogerkirina pêşxistina karê wezaretê û başkirina xizmetguzarîyên ji bo welatîyan, hatin behskirinn. Her wiha plan û bernameyên qonaxa bê ji bo bilindkirina kalîteya kar û xurtkirina ewlehî û aramîyê hatin gengeşekirin.
Ev civîn piştî hevdîtineke berê ya Serok Ehmed El-Şeri’ di destpêka vê mehê de ligel Wezîrê Navxwe û hinek rêveberên îdareyan tê, ku di wê demê de rewşa xebata meydanî li yekîne û rêveberîyên girêdayî wezaretê hatibû gotûbêjkirin.




