Şam-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê ragihand ku ezmûna nivîskî ya kesên hatin qebûlkirin di pêşbirka Peymangeha Bilind a Dadwerîyê de, ji bo 22ê Mijdarê hat paşxistin.
Wezaretê dîyar kir ku ezmûn dê roja Şemîyê 22ê Mijdara 2025an, saet 10:00ê sibê li Kolêja Hiqûq ya Zanîngeha Şamê, li şûna roja berê ya 15ê heman mehê, were lidarxistin.
Wezaretê duh encamên kesên serkeftî di ezmûnên pêşbirka ku roja Şemîyê ya borî li Kolêja Hiqûq û Şerî’e yên Zanîngeha Şamê pêk hatibûn, belav kir.