Şam- SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemza El-Mustefa, serdana Patrîk Yûhenayê Dehemîn Yazicî, Patrîkê Antakya û Tevaya Rojhilatê yê Ortodoksên Yewnanî, li Dêra Meryemîye li Şama Kevn, kir.
Wezareta Ragihandinê di rêya kanala xwe ya Telegramê re dîyar kir ku Wezîr tekezî li ser girîngîya xurtkirina nasnameya niştimanî ya yekgirtî di gotarên ragihandinê de kir û got ku rola wezaretê sereke ye di pêşkêşkirina nimûneyeke medyayê ya berpirsane de ku aştîya civakî xurt bike.
Di civînê de gotûbêj li ser pêwîstîya sûdedîtina ji kadroyên ciwan û pisporên medyayê ji bo baştirkirina şêwazê xebatê hat kirin, da ragihandin bibe faktera çandina nirxên niştmanî yên Sûrî û medya ku milet dixapîne û berê wî dide rêçên xerab ji holê were rakirin.

