Şam-SANA
Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn, Nûredîn El-Baba ragihand ku yekîneyên vekolerên tawanan, li Şamê, kujerê ku ji ber pevçûna çend gencan li Taxa Salihîyê çêbûbû, girtiye.
El-Baba dîyar kir ku pêkhatina bilez a vekolînan û pirsên ji şahidan hatine kirin, bûn alîkar ji bo destnîşankirina cihê kujer “E.M” ku li malekê li gundewarê Şamê bû û li wir hat girtin. Her weha da zanîn ku kujer bo dadwerîya peywendîdar hat şandin da rêşûnên yasayî dermafê wî de bên temamkirin.