Welîd Cunbulat, Serokê berê yê Partîya Sosyalîst a Pêşverû ya Libnanê, tekez kir ku Siwêda parçak ji Sûrîyê ye û divê destên derve têwerdanê di Sûrîyê de nekin û yekîtîya welat parastî bimîne.
Di hevdîtina xwe ya bi kenala “El-Exbarîye El-Sûrîye” re, Cunbulat dîyar kir ku bi lêpirsîn, dadmendî û lihevhatinê dê kirîz çareser bibin. Her weha daxwaza çaverêkirina encamên lêpirsînên ku niha pêk tên kir û bilindkirina alên Îsraîlê û hewldanên şêwandina nasnameya “Cebel El-Ereb” şermezar kirin.
Her weha daxwaza têkilîyên asayî û hevkarîya ewlekarî û abûrî di nav Sûrîye û Libnanê de û kontrolkirina sînor û çareserkirina dosya girtîyan kir, û tekez kir ku têkilîyên wî bi gelê Sûrîyê re kûr in û ew ji wan hez dike.