Li Şamê, sê kesên ku di ofîsa serokê kolêjê de ji ber nakokîyeke girêdayî teza doktoraya xuşka wan êrîşî Serokê Kolêja Wêjeyê û hejmarek mamosteyan kiribûn, ji alîyê Asayîşê (lêpirsîna tawanan) ve hatin girtin.
Wezareta Karên Hundirîn, da xuyakirin ku kesên girtî ji ber tawana xwe ya êrîş û gefxwarina bi çekan mukur hatin, gotinên wan di dosyakê de hatine belgekirin û ji bo Parêzerê Giştî hatine şandin da rêşûnên yasayî temam bikin.
Beşa lêpirsîna tawanan jî ji alîyê xwe ve ekez kir ku ew ê bi tundî li ser her destdirêjîyeke ku li ser dezgehên xwendinê derkevin, bisekinin. Di heman demê de, Wezîrê Xwendina Bilind ew bûyer şermezar kir û tekez kir ku zanîngeh cihê rêz û hurmrtê ne û çênabe kes destdirêjîyê li endamên wan bike.

