Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Pirkirina Tov, li gelek parêzgehan, dest bi belavkirina tovê genimê pakkirî û kalîteberz li cotkaran kir. Ev pêngav di çarçoveya amadekarîyên demsala çandinîyê ya 2025-2026an de ye, û ji bo xurtkirina rola sazîyê di piştgirîkirina proseya çandinîyê û pêkanîna ewlehîya xurekê de tê.
Rêveberê Sazîyê, Emar Mihemed, ji SANAyê re eşkere kir ku plana hilberînê ya sazîyê ji bo demsala çandinîyê ya 2025-2026an, belavkirina 60 hezar ton tovê genimê bêjingkirî û paqijkirî, û 6 hezar ton tovê ceh li xwe digire, ku ev di çarçoveya hewldanên Wezareta Çandinîyê de ye.
Rêveberê Hilberînê yê Sazîyê, Mihemed Yasir Ebres, amaje bi girîngîya pabendbûna bi pîvanên teknîkî kir ji bo misogerkirina kalîteya tov û lihevhatina wê bi taybetmendîyên teknîkî yên pejirandî, bi armanca zêdekirina hilberînê, bidestxistina berhemeke aborî ya baştir ji bo cotkaran, û serxistina demsala çandinîyê ya bê.
Ev gav di çarçoveya amadekarîyên sazîyê de tên ji bo dabînkirina destpêkirina demsaleke çandinîyê ya serketî ku beşdarî xurtkirina berhemanîna niştimanî û pêkanîna ewlehîya xurekê ji dexlûdan bibe.