Heleb-SANA
Desteya Giştî ya Komelgeha Beşa Navxwe ya Zanîngeha Helebê, ragihand ku piştî nûjenkirina du yekîneyên rûniştina xwendekaran, ew îsal amade ye ku pêşwazîya hejmareke mezintir a xwendekaran bike.
Di vê Komelgehê de 20 yekîne hene, yên keç û xortan, her weha yekîneyên xwendina bilind û yên perestaran û yeka din ji bo nexweşxaneyan hatiye terxankirin.
Rêvebirê Komelgehê, Mihemed Celxî, dîyar kir ku elektirîk di rojê de 21 saetî heye û sîstemeke nû ya elektronîk ji bo wê tê bikaranîn.
Derbarê pêşxistina Komelgehê de jî, hin yekîneyên nû dê bên avakirin, her weha wê bi hevkarîya hin sazîyên piştgir yekîne bêne nûjenkirin, wekî beşek ji hewldanên berdewam ji bo baştirkirina rewşa Komelgehê û dabînkirina aramîyê ji xwendekaran re.