Şam-SANA
Pasevanên Peravên Sûrîyê du operasyonên qaçaxçîtîya mirovan têk birin û qaçaxçî desteser kirin.
Rêveberîya Ragihandin û Peywendîyan a Wezareta Berevanîyê ji SANAyê re ragihand: Pasevanên Peravan qeyikeke ku 32 kes tê de bûn û hewl dida derbasî peravên Tirkîyê bibe, dît. Dema qaçaxçîyan hewl da birevin, pevçûneke çekdarî rû da. Pasevanên Peravan bi awayekî tund bersiv dan û karîn rewşê kontrol bikin.
Hate eşkerekirin ku di encama operasyonê de, koçberên neqanûnî hatin girtin, qeyik hate desteserkirin û qaçaxçî ji bo darizandinê radestî dadgeha taybetmend hatin kirin.
Rêveberîya Ragihandinê her wiha da zanîn ku di operasyoneke din de, hewldana qaçaxçîtîya nêzîkî 70 kesî hate têkbirin. Kesên ku hewl didan bi awayekî neqanûnî ji welêt derkevin, hatin sekinandin, qeyikên wan hatin desteserkirin û qaçaxçîyên têkildar ji bo lêpirsînê radestî alîyên pêwendîdar hatin kirin.
Hêzên Deryayî yên Wezareta Berevanîyê tekez dikin ku ew dê di parastina sînorên deryayî û şopandina torên qaçaxçîtîyê û bazirganîya mirovan de berdewam bin da ku ewlehîya welat û welatîyan biparêzin.