Şam-SANA
Wezîrê Pêwendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan (IT), Ebdulselam Heykel, ragihand ku platforma peywendîya vîdyoyê ya Zoomê ji destpêka damezrandina xwe ve, ev cara yekem e li Sûrîyê kar dike.
Her weha di postekê de li ser platforma “X”ê rave kir ku ev yek bi saya hewildanên tîma wezaretê û çavdêrîya wan li ser qedexeyên Amerîkî, pêk hatiye, û spasîya xwe ji hemî Sûrîyên li derveyî welêt re anî ziman ku piştgirî dane vê gavê.
Wek tê zanîn, Zoom kompanîyeke Amerîkî ye, di sala 2011an de hatiye damezrandin, û xizmetguzarîyên konferans û peywendîyên di rêya vîdyo re li ser înternetê peyda dike.