Şam – SANA
Desteya Giştî ya Derwazên Sînorî ya Sûrîyê ragihand ku ji bo birêkûpêkirina çûnûhatinê û çakirina xizmetguzarîyê, dê ji 15ê heyva Çirîya Pêşîn a 2025an pê ve, dewama hin derîyên sînorî yên bi Tirkîye û Libnanê re werin guhertin.
Saetên xebatê yên li derîyên sînorî yên Kesep, Hemam, El-Raʼî û Cerablusê, dê ji saet 8ê sibê heta 7ê êvarî bin, lê derîyên sînorî yên Bab El-Hewa û Bab El-Selame dê sertaserê 24 saetan berdewam bin.
Li derîyên sînorî yên bi Libnanê re, dema xebatê dê li ʼErîda û Cûsîyê ji saet 6ê sibê heta 7ê êvarê be, lê derîyê sînorî yê Jideydit Yabûs dê ji saet 6ê sibê heta 12ê şevê vekirî bimîne.
Desteyê tekez kir ku ew gotgotên ku tên belavkirin û dibêjin ku Sûrîyên ku nasnameya Tirkî hildigirin dikarin bi tirimbêlên xwe yên Sûrî derbasî Tirkîyê bikin, ne rast in.