Şam – SANA

Wezîra Karûbarên Civakî û Kar, Hind Qebewat, bi şandeyeke rêxistinên civaka sivîl û Navenda Navneteweyî ya Dadwerîya Veguhêz (ICTJ) re, behsa xurtkirina mekanîzmayên lihevhatina niştimanî li Sûrîyeyê kir.
Di civînê de, behsa awayên pêkanîna dadwerîya veguhêz, prensîbên hesabdîtinê û qerebokirina kesên zîyandîtî, jinavbirina gotara nefretê û pêşvebirina dîyaloga civakî hat kirin.
Civîn piştî damezrandina Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz bû, ya bi fermana serokatîyê hatiye damezirandin.
Hêjayî gotinê ye ku di 17ê Gulanê de, Serok Ehmed El-Şeri’ fermanek derxist ji bo avakirina Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz ya ku erkê wê deranîna rastîya binpêkirinên giran ên ku ji hêla rejîma berê ve pêk hatine û lêbpirsîna berpirsyaran bi hevrêzîya li gel alîyên têkildar.
