Şam-SANA
Îro Pêşbirka Quranê ya Mezin li Mizgefta El-Teqwayê li Şamê bi dawî hat, 372 beşdar ji parêzgehên Sûrîyê tê de beşdar bûbûn.
Berai’ El-Elî, Çavdêrê Giştî yê Pêşbirkê, dîyar kir ku dê encam di demeke nêz de li ser malberên wezareta ewqafê werin ragihandin, û got ku ev pêşbirk dê bibe rêyek ji bo bijartina komekê da nûnertîya Sûrîyê di bêşbirkên navdewletî de bike.
Pêşbirk derbarê gelek cûreyên xwendina Qurana Pîroz de çêbû, û hekemê bi navê Şêx Ehmed El-Omer, amaje kir ku teknîkên nûjen ji bo nirxandinê hatine bikaranîn, her weha geşbînîya xwe derbarê asta beşdaran de dîyar kir. Beşdarên ji Dêrazorê û Idlibê razîbûna xwe ji rêxistina baş û hatina hejmareke mezin a xelkê dîyar kir.
Ev pêşbirka ku di 12 heyva tebaxa bûrî de dest pê kiribû, armanc jê handana nifşê nû li ser jiberkirina Qurana pîroz e.








