Şam-SANA
Îro êvarî, li Mizgefta Îmanê ya li taxa Mezraa ya Şamê, di rêûresma xula havînê ya jiberkirina Qurana Pîroz û zanistên wê de ya sala 1447ê koçî, hafizên serkeftî hatin xelatkirin.
Di ahengekê de bi amadebûna Şêx Mihemed Neîm El-Erqesûsî, Parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx û hejmarek ji zana û welatîyan, bi dehan hafizên Qurana Pîroz (çi yê bi temamî çi jî beşin jê ji ber kiribûn) hatin xelatkirin.
Di ahengê de zarokan xulê sirûdên pêşkêş kirin, ji bilî wê jî, beşên curbicur ên hunerî û perwerdeyî û du şanogerî tê de hebûn.
Mîrnişîna Pûçîtîyê: Bi şêwazekî armancdar behsa babetên perwerdeyî yên hevçerx dikir.
Sehabî Xubeyîb: Fedakarîya sehabîyan nîşan dida, ligel çend beşên din ên bangewazîyê.
Şêx Mihemed Yusr El-Şema’, Serpereştê Giştî yê Xuleyê, ji peyamnêrê SANAyê re ragihand ku armanc ji çalakîyê xelatkirina hafizên Quranê û çespandina nirxên îslamî ye, û tekez kir ku serkeftina rastî, ligel bidestxistina zanistî, bawerî û exlaqî di nav xwe de kom dike.
15 hafizên ku tevah’ya Qurana Pîroz ji ber kiribûn û bi dehan kesên ku çendîn cuz’ ji ber kiribûn, hatin xelatkirin. Ev yek jî girîngîdana malbatan bi perwerdehîyeke bihêz a îmanî û exlaqî nîşan dide.
Pêşbirka Mezin a Qurana Pîroz dê sibê û yekşema bê, bi beşdarîya 372 xwendekarên ji parêzgehên cuda dest pê bike. Pêşbirk, ji alîyê Wezareta Ewqafê ve di çarçoveya hewlên wê yên derxistina hêza ciwan û handana nifşan bo jiberkirin û xwendina Qurana Pîroz bi tecwîd, tê birêvebirin.









