Şam-SANA
Wezîrê Peywendî û IT, Ebdulselam Heykel, ragihand ku piştî avêtina gelek gavên girîng bo rakirina astengîyên ku li ber veberhênana di vî beşî de rawestabûn, xizmetguzarîyên mobîlê li Sûrîyê di destpêka sala 2026an de ji binî ve tê guhertin.
Wezîr Heykel, li ser “X”ê di postekê de got ku: “Digel danûstandinên xwe yên berfireh bi şîrketên peywendîyan re, em li Şamê bi Kompanyaya Oranga Fransî re civîyan. Di çend heyvên çûyî de jî, me zehmetîyên yasayî û rêxistinî yên aloz yên ku li ber veberhênanê di beşî de sekinîbûn, çareser kirin.
Wezareta Peywendî û Teknlojîya Zanyarîyê, girîngîyeke mezin dide vî beşî ji ber ku stûneke bingehîn a pêvajoya geşepêdan û jinûveavakirinê ye.