Şam-SANA
Komîteya Bilind ya Hilbijartinên Encumena Gel ya Sûrî, îro biryarek stand tê de agahî û demên taybet bi rêklama hilbijartinan ya berbijêrên endamtiya Encumena Gel, destnîşan kirine.
Komîteyê li ser kenala xwe ya Telegramê diyar kiriye ku rêklama hilbijartinan ya berbijêrên endamtiya Encumena Gel, ji roja duşemê 29ê vê heyva îlonê ta êvara roja înê 3ê heyva dahatî berdewam dike û roja şemiyê 4ê oktoberê wek rojeke bêdengiya hilbijartinê hatiye destnîşankirin.
Komîteyê diyar kir ku rêklama hilbijartinan ya her berbijêrekî divê tenê bi danasîna agahiyên wî yên kesayetî, pirogramên wî yên hilbijartinan û munazereyên ku komîtên çaxan lidar dixin be, û amaje kir ku çi kesê li gor van agahiyan kar neke, dê tûşî lêpirsîn û hesabdîtina yasayî bibe.
Tê zanîn ku Komîteya Bilind ya Hilbijartinên Encumena Gel ya Sûrî, îro lîsteyeke navên berbijêrên endamtiya Encumena Gel li bazinên hilbijartinên parêzgehên Sûriyê yên biryar bo wan hatiye dan weşandiye.