Şam-SANA
Hat ragihandin di navbera Patrîk Yûhenna X ê Antakya û hemû Rojhilat û Sermuftiyê Komara Erebî ya Sûriyeyê Şêx Usame el-Rîfaî de hevdîtinek çêbû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Patrîk Yûhenna X ê Antakya û Hemû Rojhilat, bi serokatiya şandeyeke dêrê, bi amadebûna Wezîrê Weqfan Mihemed Ebû Xêr Şukrî, serdana Sermuftiyê Komara Erebî ya Sûriyeyê Şêx Usame el-Rîfaî li Wezareta Weqfan kir.
Hat diyarkirin di hevdîtinê de, Patrîk Yûhenna X pîrozbahî li Sermuftiyê kir ji ber destbikarbûna wî ya li ser wezîfeya wî ya nû û li ser têkiliya dîrokî ya xurt a di navbera Patrîkxaneyê û Dar el-Iftaayê de nêrînên xwe anî zimên û girîngiya hevkariyê di xurtkirina nirxên welatîbûn û jiyana hevbeş de destnîşan kir.

Sermuftiyê Komara Erebî ya Sûriyeyê Şêx Usame el-Rîfaîyê ku pêşwaziya Patrîk û şandeya pê re kir û destnîşan kir ku Misilman û Xiristiyan li Sûriyeyê di welatekî de yek malbat pêk tînin û ev yekîtî bingeha aramî û yekîtiya neteweyî ye.
Hat hînbûn her du aliyan li ser girîngiya pêşxistina gotara dînî ya nerm û vekirî û redkirina tundrewî û fanatîzmê, bi balkişandina ser belavkirina van nirxan li seranserê civakê, bi taybetî di nav ciwanan de, nîqaş kirin. Her wiha wan mînakên dîrokî û yên îroyîn ên ku têkiliya nêzîk a di navbera Misilman û Xiristiyanan de li Sûriyeyê nîşan didin, ku di wijdanê gel de kûr kok girtiye, nirxandin.
