Şam-SANA
Ji teref Wezîrê Pêşvebirina Îdarî Mihemed Hesen el-Sakaf ve derbarê bêkarîya veşartî de daxuyanîyek hat dayîn. Mihemed Hesen el-Sakafê Wezîrê Pêşvebirina Îdarî îfade kir ku sîstema wergirtina navxweyî ne tenê prosedurek îdarî ye, lê gavek neteweyî ye ji bo çareserkirina bêkariya veşartî.
Wezîr el-Sakaf di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê belav kir de got: “Dema ku em şiyanan ber bi cihên wan ên rast ve araste dikin, em zindîtiya saziyan vedigerînin û derfetek rastîn didin karmendan da ku qabilîyetên xwe pêşve bibin û bi tesîr beşdarî pêşkeftinê bibin.”
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wergirtina karmendên navxweyî dihêle ku karmendên daîmî veguhezînin pozîsyonên din ên vala di nav saziyên giştî yên cûda de, bi şertê ku ew erêkirina kardêrê xwe bistînin. Armanca wê ew e ku pêşî li sistbûna îdarî bigire, karîgeriya sektora giştî zêde bike, belavkirineke adil a çavkaniyên mirovan misoger bike, û bicîhanîna hewcedariyên saziyên giştî ji bo karmendên navxweyî yên berdest bilez bike.