Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şera îro li Qesra Gel a Şamê, pêşwazîya şandeyeke pilebilind a Rûsî bi serokatîya Aleksander Novak, Cîgirê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê kir. Wan der barê rêbazên xurtkirina hevkarî û pêşxistina têkilîyên dualî di warên cûrbecûr de, ji bo xizmetkirina berjewendîyên her du welatan, da û stand.


