Şam-SANA
Bi amadebûna Serok El-Şara’, îşev çalakîyên Sindoqa Geşepêdana Sûrî li Keleha Şamê dest pê kir.
Rêveberê Giştî yê Sindoqa Geşepêdanê, Mihemed Sefwet Ebdulhemîd Rislan, got: “Sindoq sazîyeke neteweyî ye ku dê wekî pisûleyeke avakirinê, yekkirina xebatên dewletê, civaka sivîl û pişka taybet, tev bigere, wekî din jî, zelalîyê misoger bike û derfetên kar û projeyên xizmetguzarî û aborî peyda bike.”
Li alîyê din jî, Rislan rave kir ku Sindoq li gorî Fermana Hejmar 112 a 2025an hatiye damezrandin. Ew sazîyeke aborî ye û li Şamê dimîne, armanca wê ew e ku bi rêya qerzên çak dest bi avakirinê bike û binesazîyê pêş bixe û projeyan peredar bike. Jêderên wê yên peredarîyê jî, bexşîn, hîbe û dîyarî ne.