Şam-SANA
Hêzên dagirker ên Îsraîlê îro ber bi deverên gundewarê Şam û Quneytrayê ve pêşve çûn û li gundewarê rojavayê Şamê dest danîn ser Tel Bat El-Werde û gule jî li niştecîyan barandin bêyî ku tu kes birîndar bibe.
Her weha wan êrîşî çend navçeyên Quneytrayê jî kirin, û berî ku vekişin, malin talan kirin.
Şamê jî ji alîyê xwe êrîş şermezar kir û tekez kir ku ew binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî û Peymana Veqetandinê ya 1974an e.