Şam-SANA
Desthilata Navendî ya Çavdêrî û Lênêrînê ragihand ku dê websîta wan ya fermî ya nû bi rengekî pisporane û cihêreng di demeke nêzîk de dest pê bike. Ev gav jî di çarçoveya pêşxistina nirxê zelalîyê de tê ku derîyê dîtina karê desteyê û têkilîya rasterast ya bi wê re li ber welatîyên Sûrîyeyê tê vekirin.
Wekî din jî, desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê rave kir ku piştî vê destpêkirinê dê gavên nû werin avêtin, di nav de destpêkirina Platforma Gilî û Gazindan, ku yekem platform e destûrê dide welatîyan ku gilîyên xwe bi rengekî elektronîkî bigihînin alîyên peywendîdar.
Her weha desteyê rave kir ku armanca wê bi van destpêşxerîyan ew e ku civak beşdarîyê bike di şerê li dijî gendelîyê, û bawerîya welatîyan bi sazîyên dewletê xurt bike.