Şam – SANA
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrîyê (SANA), li Şamê, di merasîma xwe de ya ku li Navenda Neteweyî ya Hunerên Dîtbarî bi rê ve çû, ku wezîr, dîplomat û kesayetên medyayî û çandî jî tê de beşdar bûn, destpêkirina xwe ya nû ya bi navê “SANA… Xala Veguherînê” ragihand.
Di merasîmê de, belgefîlmek li ser dîroka ajansê, eşkerekirina logo û nasnameya wê ya dîtbarî ya nû, û pêşkêşîyeke teknîkî ku pêşketinên pîşeyî û teknîkî yên ku wê dîtine, hatin nimayîşkirin.

Rêveberê Giştî Zîyad El-Mehamîd tekez kir ku SANA, bi rengê xwe yê nû, cardin ajanseke neteweyî ya pîseyî ye, nûçeyan bi rastî û bi berpirsyarî radigihîne û bi dengê Sûrîyeya rastîn, ji cîhanê re diaxive. Wî bal kişand ser nûjenkirina binesazîya wê ya teknîkî û edîtorî, berfirehkirina tora peyamnêrên wê li ser asta hundir û navdewletî, vekirina webîsteke nûjen bi pênc zimanan, hilberîna naveroka dîtbarî ya pêşketî, û bikaranîna amûrên zîrekîya destkirdê (AI).
El-Mehamîd rave kir ku serdanên websîtê %600 û şopînerên medyaya civakî jî %400 zêde bûne, ku ev yek serkeftina veguherînê nîşan dide ku ajansê ji bo destpêkeke nû wekî platformeke pîşeyî ya pêbawer bi cih dike.