Şam – Sana
Dezgeha giştî ya bendergehên bejayî û deryayî yên Sûrîyeyê ragihand ku rayedarên Tirkîyeyê padaştnameyek derxistiye ku rênimayên karûbarên çûnûhatina welatîyên Sûrîyeyê yên ku destûra rûniştinê li derveyî Tirkîyeyê hene û her weha welatîyên Sûrîyeyê yên ku hemwelatîyên welatên sêyemîn in, vedihewîne, ku wê bi rêya derîyên sînor ên hevbeş; Keseb, Bab El-Hewa, El-Hemam, El-Selame, El-Ra’î û Cerablusê re herin û werin.
Dezgeha giştî di daxuyanîyekê de ku li kenala xwe ya telegram daye belavkirin anî ziman: Li gorî padaştnameyê, hemwelatîyên Sûrîyeyê yên ku mafê rûniştina her welatekî ji bilî ya Tirkîyeyê hildigirin, yan Sûrîyên ku karta niştecîbûna dewleteke dîtir hildigirin, dikarin bi timbêlên xwe derbasî Sûrîyeyê bibin û di heman dergehê bejayî re yê ku tê re derbas bûne, vegerin bêyî ku tu destûreke pêşwext wergirin.
Li gorî vê padaştnameyê, kesên ku bûne hemwelatîyên dewleteke dîtir, destûr ji wan re tê dayîn, lê bi şertê ku pasaporta welatê duyem û ya wan a Sûrî hebe, her çend ku ya Sûrî qedîyabe jî.
Wekî din jî, li gorî vê padaştnameyê, zarokên koçberên Sûrî yên kêmî 18 salî, yên ku hemwelatîyê welatekî din in û pasaporta wan a Sûrî tuneye, ew jî dikarin bi pasaporta xwe ya bîyanî derbas bibin. Her weha hemû dikarin bi erebeyên xwe yên taybet, li gorî kirêya dîyarkirî, bi şertê ku pabendî dema destûrdayî ya mayîna li Sûrîyeyê bibin, di wan dergehan re derbas bibin.