New York – SANA
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, kuştina karmendê Yemenî di Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, Mihemed El-Şamî, di dema girtina wî de li bal milîsên Hûsî li Yemenê şermezar kir.
Li gorî malpera nûçeyan a Neteweyên Yekbûyî, Peyvdarê Sekreterê Giştî, Stephane Dujarric, di daxuyanîyeke çapamenîyê de, duh Şemîyê, da zanîn ku: Hîn hûrgilîyên vê trajedîya kirêt ne zelal in.
Dujarric da xuyanîkirin ku Hûsîyan, ji dema girtina wî ve, tevî daxwazên dubare yên Neteweyên Yekbûyî, tu agahî derbarê tenduristîya wî de yan belgeyek li ser jîyana wî, pêşkêş nekirin.
Her wiha Dujarric da zanîn ku Rêxistin bi rengekî lezgîn hewl dide bersivan ji Milîsên Hûsî derbarê şert û mercên kuştina wî de bi dest bixe, û bang li pêkanîna lêkolîneke bilez, bêalî, zelal û giştgir kir.