Enqere – SANA
Heşt welat li bajarê Stenbolê yê Tirkîyê hatin ba hev û li hev kirin ku hevahengî û hevkarîya xwe ya hevpar ji bo pêkanîna aştî û aramîyê bidomînin; her wiha biryar dan ku civînên dewreyî ji bo gotûbêjkirina pirsên herêmî li dar bixin, xasma misogerkirina azadîya çûnûhatina keştîyan li tengav û rêyên girîng ên deryayî.
Îro Şemîyê, Ajansa “Anadolu”yê ji zarê Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot ragihand ku piştî civîna wezîran di daxuyanîyeke rojnamevanîyê de gotiye: Danûstandinên di navbera nûnerên her du komên “R4” û “E3” de bi tevlîbûna Îtalyayê gelekî avaker derbas bûn, di encamê de li ser berdewamîya xebata hevpar û hevahengkirina helwestan li hember pirsên rojevê lihevkirinek pêk hat.
Barrot da zanîn ku encamên geşedanên li Rojhilata Navîn ne tenê bi xelkê herêmê ve girêdayî ne, lê bandora wan rasterast digihîje welatên Ewropayê jî.
Her wiha destnîşan kir ku karnameya civînên bê dê dosyaya Îranê û misogerkirina azadîya çûnûhatina deryayî li Tengava Hurmiz, Deryaya Sor û Deryaya Reş li xwe bigire.
Wezîrê Derve yê Fransayê hişyarî da ku gurbûna rageşîyên di navbera Amerîka û Îranê de tenê zirarê digihîne alîyên pêwendîdar, û li ser navê heşt welatan banga xweragirtinê li Waşington û Tehranê nû kir.
Navborî her wiha amaje bi destpêşxerîyên Fransayê yên ji bo piştgirîkirina Erebistana Siûdî kir, di parastina binesazîya wê ya enerjîyê de li hember êrîşên Hûsîyan.
Tê zanîn ku di civînê de wezîrên derve yên Tirkîye, Misr, Pakistan û Erebistana Siûdî di çarçoveya koma “R4” de, û yên Brîtanya, Almanya û Fransayê di koma “E3” de cih girt, ligel beşdarîya Îtalyayê.