Berlîn-SANA
Artêşa Almanyayê di belgeyeke navxweyî de derbarê zêdebûna metirsîya êrîşên têkder ên Rûsî yên ku Hêzên Çekdar ên Almanyayê li hundirê welêt dikin armanc, hişyarî da, her wisa asta gefê wekî asteke “mezin” bi nav kir.
Rojnameya “Die Welt” a Almanî, îro Çarşemê dîyar kir ku ev dabeşkirin, di pîvera nirxandina gefên leşkerî de asta duyemîn a herî bilind pêk tîne û ji ber wê yekê ye ku dronên gumanbar ên biteqemenî li nêzî sazîyên leşkerî û pêgehên stratejîk li Almanyayê, hatin dîtin.
Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku di destpêka Tebaxa borî de, li Balafirgeha Leipzigê dronek hat dîtin ku guman jê hebû ku ji bo armancgirtina balafirên barhilgir ên Ukraynî hatibû amadekirin.
Ev yek berî dîtina droneke din li nêzî baregeha esmanî ya Wunstorfê pêk hatibû, ku tê texmînkirin wê dronê balafirên girêdayî Hêza Esmanî ya Almanyayê dikirin armanc.