Enqere – SANA
Bi armanca xurtkirina hevkarîya parastinê di navbera her çar welatan de, pêşxistina pîşesazîyên leşkerî û hilberîna cebilxaneya berevanîyê, ligel berfirehkirina qadên rahênana teknîkî û lêkolîn û pêşxistinê, Tirkîye, Qeter, Pakistan û Endonezya bîrnameyeke hevtêgihîştinê ya piralî li jêr navê “Bedir” îmze kir.
Wezareta Parastinê ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de, îro Çarşemê, li gorî ku “Ajansa Anadoluyê” veguhastibû, dîyar kir ku bîrname li paytexta Qeterê li Dewhayê hate îmzakirin.
Her yek ji Wezîrê Parastinê yê Tirkîyê Yaşar Güler, Cîgirê Serokwezîrê Qeterî û Wezîrê Dewletê yê Karên Parastinê Si’ûd bin Ebdilrehman bin Hesen Al Sanî, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Endonezî Yûsiv Jauhari, û Wezîrê Parastinê yê Pakistanî Khawaja Muhammad Asif, bi amadebûna Serokê Desteya Pîşesazîyên Parastinê ya ser bi Serokatîya Tirkîyê ve Haluk Görgün, bîrname îmze kir.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku binavkirina bîrnameyê bi navê “Bedir”, ku tê wateya temambûna heyvê; temamkarîya şîyanên her çar welatan, û giringîya peymanê li ser her du astên leşkerî û aborî nîşan dide.
Wekî din, bîrname handana hevkarîyê di qada hilberîna leşkerî de, xurtkirina karînên berevanîyê yên welatên beşdar, pêşxistina bernameyên rahênana leşkerî ya teknîkî, û piştgirîkirina lêkolîn û geşepêdanê dike armanc; bi rengekî ku çareserîyên guncaw ji bo geşedanên lezgîn di pergalên berevanîyê yên nûjen de biafirîne.