Rîyad – SANA
Hevpeymanîya Piştevanîya Rewatîyê li Yemenê, îro Çarşemê, astengkirin û jinavbirina moşekeke balîstî ku mîlîsên Hûsî ber bi Rîyadê ve li Şahnişîna Erebî ya Siûdî avêtibû, ragihand.
Peyvdarê hêzên Hevpeymanîya Piştevanîya Rewatîyê, Lîwa Rukin Turkî El-Malikî, di daxuyanîyekê de ku li ser platforma «X»ê got: «Hêzên Hevpeymanîyê moşekeke ku ji alîyê mîlîsên Husî ve ber bi Rîyadê ve hatibû avêtin, asteng kir û ji nav bir»; bêyî ku tu hûrgilîyên zêdetir bide.
Her wiha Hevpeymanîyê şeva bihurî ragihandibû ku wê moşekeke baskdar /Cruise/ ku ji alîyê mîlîsên Hûsî ve ber bi parêzgeha El-Xercê ve li Şahnişînê hatibû avêtin, asteng kir û ji nav bir.