Enqere-SANA
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, dubare piştrast kir ku peymana “Hevbendîya Mekeyê” ji bo berevanîyê, ne ji bo êrîşê ye, her wisa da zanîn ku welatê wî ji bo pêkanîna êrîşekê hêzên xwe naşîne tu welatekî din.
Ajansa “Anadolu”yê li ser zarê Fîdan di dema konferanseke rojnamevanîyê de ligel Wezîra Derve ya Macaristanê Anita Orban, îro Pêncşemê li Enqereya paytext, veguhast ku gotiye: “Dema ku welatekî alîgir di peymana ‘Hevbendîya Mekeyê’ de rûbirûyî êrîşekê bibe, dê ji bo berevanîkirinê li kêleka wî bê sekinandin.”
Fîdan di heman demê de bal kişand ser wê xalê û piştrast kir ku ev rêkeftin bi tu awayî ne peymaneke ji bo êrîşê ye.
Wezîrê Derve bal kişand ser wê yekê ku beşdarîya wî di civîna awarte ya “Hevbendîya Mekeyê” de li Rîyadê di 5ê Cotmehê de, ji bo gotûbêjkirina wan êrîşan bû yên ku Erebistana Siûdî rûbirûyî wan dibe, her wiha ji bo wergirtina biryarên girîng ên têkildarî binesazîya sazûmanî ya hevbendîyê bû.
Fîdan her wiha anî ziman ku Tirkîyê ligel Pakistanê rêyên beşdarîya wê di berevanîya li dijî wan êrîşan de gotûbêj kirine ku ji alîyê milîsên Hûsî ve ji Yemenê li ser Erebistana Siûdî tên kirin.
Fîdan di dawîyê de dupat kir ku peymana “Hevbendîya Mekeyê” ya ji bo berevanîya hevbeş, tenê peymaneke berevanîyê ye.