New York-SANA
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tekez kir ku hêzên hikûmeta Yemenî hewl didin axa xwe ku milîsên Hûsî desteser kiriye, vegerînin. Rubio bal kişand ser wê yekê jî ku mafê Erebistana Siûdî yê berevanîyê li hember êrîşên milîsan heye.
Îro Duşemê, ajansa nûçeyan a Yemenî “Seba” ji zarê Rubio di daxuyanîyên rojnamevanî de veguhast: “Tiştê ku niha li Yemenê diqewime, li dijî destdirêjîyên Hûsîyan, êrîşeke dijber e, ji ber ku hêzên Yemenî hewl didin wê axa ku Hûsî ketinê, vegerînin.”
Ji alîyekî din ve jî, Rubio tekez kir ku mafê Erebistana Siûdî heye ku berevanîyê li xwe bike û berdewam kir: “Mîrnişîna Erebistana Siûdî rastî êrîşên milîsên Hûsî hatiye” her wiha, bal kişand ser giranîya wan gefan ku ji encama wan êrîşan derdikevin holê.