London – SANA
Desteya Çalakîyên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanî (UKMTO), îro Yekşemê, ragihand ku keştîyeke petrolê li Tengava Hurmizê bi gewdeyekî nenas hat armancgirtin.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe dîyar kir ku “kaptanê keştîya petrolê daye zanîn ku keştî bi gewdeyekî nenas rastî êrîşê hatiye û ev çende bûye sedema zîyandîtina odeya motoran”.
Desteyê zelal kir ku hemû endamên tîma keştîyê bi selamet in, û heta niha tu rapor li ser bandoreke jîngehî ji ber vê bûyerê nehatine tomarkirin.