Waşington – SANA
Şirketa “Anthropic”ê ya pispora warê zîrekîya çêkirî eşkere kir ku bikarhênerên girêdayî komikên çekdar ên Hûsîyan ên li bakurê Yemenê, hewl daye robota guftûgoyê ya “Claude” ji bo pêşvebirina çek û mûşekên pêşketî bi kar bînin.
Ajansa “Associated Press”ê îro Şemîyê ji raporeke vê şirketê veguhast ku bikarhêner di çêkirina çekeke karker û xistina nav xizmetê de bi ser neketiye, lê belê ceribandineke neserkeftî bo mûşekeke rênîşander pêk anîne, berî ku dîsa serî li “Claude” bidin da ku sedemên serneketinê jê bipirsin.
Şirketê li dawîyê dîyar kir ku ev komik li ser sê bernameyên çekdarî dixebitî, di nav de mûşekeke xwedî serikê şerker ê pir-model, her wiha wan pergala “Claude Code” di pêşxistina bernamesazîyên rênîşandan, veguhastin û kontrolkirinê de bi kar anîye.