Buxarest-SANA
Wezareta Berevanîyê ya Romanyayê, îro Yekşemê, xistina droneke ku bi awayekî neyasayî ji alîyê Moldovayê ve derbasî asîmanê welatê wê bûye ragihand, bêyî çavkanîya ku dron jê derketîye dîyar bike.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma “X”ê belav kiriye, dîyar kir ku pîlotekî spanyolî di çarçoveya erka parêzvanîya ezmanî ya Hevpeymanîya Bakurê Atlantayê (NATO) de li Romanyayê firokeyeke şer a F-18 diajot, ew dron hilweşandiye. Her wiha da zanîn ku ev dron a çaremîn e ku îsal li asîmanê Romanyayê hatiye xistin.
Wezaretê devera ku dron jê rabûye dîyar nekir û got ku radarên wan dîtine ku ew ji Moldovaya cîran, nêzîkî 24 kîlometreyan li bakurê bajêrê Galati yê ku li başûrê rojhilatê Romanyayê ye, derbasî welatê wan bûye.
Romanya ya ku endama Hevpeymanîya Bakurê Atlantayê ye, xwedî sînorekî bejayî bi dirêjahîya 614 kîlometreyî bi Ukraynayê re ye, û wek ku ew dibêje, di çar salên borî de gelek caran asîmanê wê ji alîyê dronên Rûsî ve hatiye binpêkirin.