Eden-SANA
Li gorî daneyên Navenda Ewropî û Devera Deryaya Navîn ya Şopandina Erdhejan, berbanga îro Înê, Erdhejekêbi hêza 6 dereceyan li gorî pîvera Richterê, li rojhilatî Kendava Edenê daye.
Navendê di daxuyanîya xwe de zelal kir ku Erdhej bi kûrahîya 18 kîlometreyan çêbûye, ku 201 kîlometrî ji alîyê rojhilat ve dûrî bajarê El-Mukella yê li Yemenê ye, û 154 kîlometreyan ji alîyê bakurê rojava ve dûrî bajarê Caluula yê li Somalyayê ye.
Heta niha tu agahî li ser birîndarbûna kesan an jî çêbûna zirarên madî yên ji ber vê erdhejê, nehatine ragihandin.
Devera Kendava Edenê, yek ji deverên çalak e di warê Erdhejan de, ji ber ku ew beşek ji devera jihevdûrbûna qatên tektonî ye. Ev yek dibe sedem ku ew herêm bi awayekî dewrî rastî erdhejên bi hêzên cuda cuda bibe. Di heman demê de, arşîvên ku daneyên erdhejan tomar dikin û lêkolînên derbarê erdhejan, nîşan didin ku li seranserî devera başûrî Deryaya Sor û Kendava Edenê, çalakbûneke erdhejan ya berdewam heye.