Bexda-SANA
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokê Encumena Wezîran Elî Falih El-Zeydî, duh Şemîyê, amadebaşîya hêzên çekdar ên Iraqê ji bo pûçkirina her hewldaneke ku welatên cîran dike armanc piştrast kir.
Her wisa pabendîya hikûmeta xwe ya bi rênedana bikaranîna axa Iraqê wekî bingeh yan korîdor ji bo êrîşkirina li ser welatên birader û dost, nû kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Encumena Wezîran di daxuyanîyekê de zelal kir ku El-Zeydî di civîneke awarte de ku ji bo gotûbêjkirina geşedanên ewlehîyê yên li herêmê hatibû veqetandin, tekezî li ser pêwîstîya rêgirtina li her binpêkirin yan gefeke ku ji axa Iraqê ber bi welatên cîran ve derkeve kir.
Navborî her wiha ferman da ku komîteyeke ewlehîyê ya hevbeş ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan bê avakirin û mekanîzmayên rêgir ji bo nehiştina dubarebûna rewşên wiha yan her binpêkirineke muhtemel werin danîn.
Di berdewamîya daxuyanîyê de hat ku Serokwezîr rênimayî daye ku dezgehên ewlehîyê yasayê bi cih bînin, ewlehî û aramîyê xurt bikin, û berpirsyarîyên xwe di parastina serwerîya Iraqê û çespandina prensîbên cîrantîya baş de hilgirin.
Li gorî daxuyanîyê, tekezî li ser amadebaşîya temamî ya hêzên çekdar ên Iraqê ji bo rûbirûbûna her hewldaneke ku welatên cîran di nav derdora herêmî ya Iraqê de dike armanc hat kirin, ligel pabendîya hikûmetê bi rênedana bikaranîna axa Iraqê wekî bingeh yan korîdor ji bo her êrîşekê li ser welatên birader û dost, bi rengekî ku li gorî berpirsyarîya wê ya di parastina serwerîya niştimanî û rêzgirtina li prensîbên cîrantîya baş û yasaya navneteweyî de be.