Waşington-SANA
Îro Şemîyê, Ofîsa Pîşesazî û Ewlehîyê ya ser bi Wezareta Bazirganîyê ya Amerîkayê ve ragihand ku ew dê asta rêzbendîya Îmaratê li gorî rêziknameyên rêvebirina hinardekirinê bi awayekî berbiçav bilind bike, wekî nirxandinekê ji bo rola wê mîna hevpareke berevanîyê ya sereke û piştgirîya wê di xurtkirina berjewendîyên ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê de, di nav de şerê ligel Îranê.
Li gorî tora (CNN), ev pêngav dê rê bide alîyên Îmaratî yên pejirandî ku çîpên pêşketî yên zîrekîya çêkirî, serverên zîrekîya çêkirî, teknolojîya leşkerî û teknîkî ya bikaranîna dualî, satelîtên bazirganî, dron û teknolojîyên ku di pîşesazîyên petrol, gaz û enerjîya atomî ya sivîl de tên bikaranîn, bi dest bixin bêyî ku di rêkarên wergirtina moletê yên Amerîkayê re derbas bibin.
Daxuyanîya Wezareta Bazirganîyê ya Amerîkayê ev rêkar bi rewşa taybet a hevbeşîya leşkerî ya berdewam di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî de û pabendbûna Îmaratê bi rêgirtina li ber veguhestina teknolojîya Amerîkî ya hestyar û bikaranîna wê ya nebaş ve girê da.