Waşington-SANA
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) êvara Şemîyê ragihand ku li Îranê êrîşên esmanî yên zêde pêk anîne ku çendîn baregeh kirine armanc, wekî bersivekê ji bo êrîşên berdewam ên Îranê li ser deryavanîya bazirganî.
CENTCOMê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê eşkere kir ku ev derbe piştî êrîşeke dronan tên ku îro danê sibê keştîya neftê ya bi navê (Kiko)yê a ku ala Panamayê li ba kiribû, di dema derbasbûna wê ya li nêzîkî Tengava Hurmuzê ku bi du mîlyon bermîlên nefta xam barkirî bû, kiriye armanc. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Tehran pabendî fersenda aramîyê nebû piştî êrîşên esmanî yên Amerîkayê yên ku duh wekî bersivekê ji bo armancgirtina keştîya (Ever Lovely) hatibûn pêkanîn.
Li gorî daxuyanîyê, armancên Îranî binesazîyên çavdêrîya leşkerî, pergalên peywendîyê, baregehên bergirîya esmanî, her weha navendên depokirina dronan û şîyanên çandina mînên deryayî li xwe girtine.
Fermandarîya Navendî di dawîya daxuyanîya xwe de tekez kir ku hêzên wê dê di rewşa amadebaşîya tam de bin ji bo parastina tevgera keştîyên bazirganî û misogerkirina berdewamîya deryavanîyê di Tengava Hurmuzê re.