Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku hewldanên gihiştina peymaneke bi Îranê re gihiştine “qonaxên xwe yên dawî”.
Ajansa Frans Pressê ragihand ku Trump gotiye: “Em di qonaxên dawî yên gihiştina peymaneke pir baş de ne,” û dîyar jî kir ku gihiştina peymanê “du an sê rojan dê dirêj bike.”
Daxuyanîyên Trump piştî wê yekê hatin ku Îran û Îsraîlê bangewazîya wî ya ji bo rawestandina agir pejirandin, piştî êrîşên hevbeş ku weke xeternaktirîn alozîya leşkerî ji dema îmzekirina peymana rawestandina agir a di navbera Wașington û Tehranê de di 8ê Nîsana borî de tê hesibandin.
Tevgerên dîplomasî ên li pey hev ji bo vehewandina alozîyê û gihîştina peymaneke dawî ku şerê Amerîka-Îsraîl-Îranê yê di 28ê Sibatê de dest pê kiriye rawestîne didomin ku rê li ber ketina herêmê bo gereke nû ya alozîyê bigire.