Emman – SANA
Artêşa Urdunê ragihand ku ji nava 119 mûşek û dronên ku di nava hefteyekê de xaka wê kiribûn armanc, 108 mûşek û dron asteng kirine û ji nav birine. Her wiha tekez kir ku peymanên parastinê ligel welatên dost hatine çalakkirin ji bo xurtkirina parastina asîmanê şahnişînê û dabînkirina ewlehîya tevgera firokevannîya sivîl.
Artêşa Urdunê amadebaşîya xwe ya bergirîyê ji bo parastina serwerî û welatîyên xwe ji êrîşên mûşekî û dronên Îranî tekez kir, û ev êrîş wek destdirêjîyekê ku zirarên maddî li pey xwe hiştine bi nav kirin; di heman demê de hewldanên xwe yên dîplomatîk berdewam dike ji bo dûrxistina herêmê ji karesatên şer.