Waşington – SANA
Dadgeheke Amerîkî Pakistanîyê bi navê Asif Merchant bi tohmeta komploya ligel Supaya Pasdarên Îranê ji bo terorkirina Donald Trump û sîyasetmedarên din gunehbar kir, di dema ku tawanbar idîa kir ku wî ev kar ji bo parastina malbata xwe û bi neçarî kiriye.
Dozgerên federal eşkere kirin ku plana Îranî her wiha serok Joe Biden û Nikki Haley jî kiribûn armanc. Dadgehkirina Merchant li Brooklynê hefteya borî dest pê kir, ev yek jî berî derçûna fermanên Trump ji bo encamdana êrîşeke hevbeş ligel Îsraîlê li dijî Îranê hat.