Ebû Debî-SANA
Hevpeymanîya Navdewletî ya Navendên Çareserkirina Nakokîyan (IACA) ragihand ku ji bo xurtkirina peywendîyan û hêsankirina hatinûçûnê, “Pasaporta Cîhanî” ya hevpeymanîyê daye destpêkirin.
“Hevpeymanîya Ebû Debî ya Çareserkirina Nakokîyan” (bi rêya ajansa WAM) eşkere kir ku destpêşxerîya wê bi armanca xurtkirina peywendîyên pîşeyî û hêsankirina hatinûçûna pisporên vê qadê li ser asta cîhanê ye.
Pasaport mafê gihîştina sazî û xizmetên navendên hevpar ên çareserkirina nakokîyan li seranserî cîhanê dide endamên pejirandî. Ev yek jîngeheke xebatê ya yekgirtî peyda dike ku piştgirîya hevkarîya navdewletî dike û pêdivîyên pêşkeftî yên vê sektorê bi cih tîne.
Navenda Hevpeymanîyê (IACA) li Ebû Debîyê ye. Hevpeymanî ji bo xurtkirina hevkarî û pevguhertina ezmûnan di navbera navendên hakemîyê yên cîhanî de hatiye avakirin û hevparên wê li bajarên serekî yên mîna London, Singapore, Hong Kong û Parîsê hene.