New York-SANA
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Zarokan (UNICEF) hişyarî da derbarê metirsiyên li ser pêşeroja tevahîya nifşekî ji zarokan li Sûdanê, ji ber pevçûnên ku ji sala 2023an ve berdewam dikin. Rêxistinê tekez kir ku zêdetirî 8 mîlyon zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mane.
Bi helkefta Roja Cîhanî ya Perwerdeyê, UNICEFê eşkere kir ku sîstema perwerdeyê bi herifîneke bêhempa re rû bi rû ye; nêzîkî 5 mîlyon zarok ji cih û warên xwe derbider bûne, 6.400 dibistan hatine girtin û %11ê dibistanan wekî stargeh ji bo koçberên hundurîn têne bikaranîn.
Berdevka UNICEFê li Sûdanê, Eva Hinds, bang li civaka navdewletî kir ku fînansekirina nerm dabîn bikin û gihîştina alîkariyan mîsoger bikin. Her wiha wê hişyarî da ku nabe ev karesata mirovî were piştguhkirin.
Ev rewş ji encama şerê ku ji Nîsana 2023an ve dest pê kiriye ye, şerê ku bûye sedema kuştina bi dehên hezaran kes û koçberkirina bi mîlyonan mirov, ku wekî karesata herî mezin a mirovî li cîhanê tê hesibandin.