Davos-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Davosê peymana damezirandina “Encumena Aştîyê” îmze kir; ku sazîyeke navdewletî ya nû ye ji bo bicihanîna plana Xezeyê, bi beşdarîya 21 welatan ji nav 35 welatên vexwandî.
Trump tekez kir ku hevrêzkarî bi Neteweyên Yekbûyî re heye, û da zanîn ku agirbest û herikîna alîkarîyan di serê karên wan de ne, nemaze piştî ku Encumena Ewlekarîyê bi yekdengî li ser planê li hev kir.
Berdevka Koşka Spî ragihand ku peymana damezirandina encumenê ketîye warê cîbicîkirinê. Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio dîyar kir ku dibe ev encumen bibe nimûneyek ji bo çareserkirina nakokîyên li deverin din.
Di heman demê de, Elî Şe’et ragihand ku derîyê Refehê dê hefteya bê were vekirin.
Donald Trump serokatîya Encumena Rêvebir dike, û endamtîya sazîyê ji bo sê salan e; lê belê ew welatên ku bi mîlyarek dolarî piştgirîyê didin, dibin endamên herdemî.