Tokyo-SANA
Serokê Encumena Nûneran a Yabanê, Nukaga Fukushiro, îro Înê bi fermî karê encuman bi dawî kir wekî amadekarîyê ji bo pêkanîna hilbijartinên giştî.
Sazîya Ragihandinê ya Yabanê (NHK) li ser zarê Fukushiro ragihand ku: “Kampanyayên hilbijartinê yên fermî roja Sêşema bê dest pê dikin, û proseya dengdanê jî dê di 8ê Sibatê de bê encamdan.”
Ev hilbijartinên giştî dê bibin yekemîn hilbijartin ku Takaichi Sanae Serokwezîra Yabanê ye. Sanae payîza borî wekî seroka Partîya Lîberal Demokrat hatibû hilbijartin û piştî demeke kurt dest bi erkê xwe yê postê kiribû.
Hêjayî gotinê ye ku di van hilbijartinan de berbijêr ji bo 465 kursîyên Encumena Nûneran a Yabanê hevrikîyê dikin. Niha hevpeymanîya desthilatdar a Sanae xwedîya piranîya kursîyan e, lê bi piranîyeke kêm , ji ber bi piştevanîya sê parlamenterên serbixwe pêk tê.