Muqdişu-SANA
Wezareta Berevanîyê ya Somalê, îro pêncşemê ragihand ku wê di operasyoneke leşkerî de, ya ku zêdetirî 24 saetan li bajarê Kuda yê li parêzgeha Juba ya Jêrîn a li başûrê welat berdewam kir, zêdetirî 130 çekdarî hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Somalê “SONNA” li ser navê wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku: “Operasyonên berfireh ên artêşa Somalê bûn sedema kuştina herî kêm 130 çekdarî û birîndarbûna hinên din. Her wiha dest danîn ser amûrên şer û çekên ku terorîstan di dema reva xwe de li herêmê hiştibûn.” Û tekez kir ku operasyonên leşkerî ji bo bidawîkirina gefên çekdarî û mîsogerkirina ewlehî û aramiya welat berdewam in.
Her wiha roja pêncşema borî, artêşa Somalê bi hevahengiya li gel şandeya Yekîtiya Afrîkayê ya ji bo piştgiriya aramiyê li Somalê “AUSSOM”, operasyoneke leşkerî ya hevbeş li derdora baregeha Bulungad a parêzgeha Shabelleya Jêrîn pêk anî, di encamê de 30 çekdar hatin kuştin.