Qudsa Dagirkirî-SANA
Hêzên Îsraîla dagirker, di roja 103yan de li pey hev, binpêkirina peymana agirbestê li Ẍezeyê berdewam dike. Ev yek bi rêya pêkanîna operasyonên teqandinê yên berfireh û topbaranên asîmanî û bejayî tê kirin, ku bûye sedema ketina bi sedan kuştî û birîndaran.
Dezgehên Ragihandinê yên Filistînî diyar kirin ku hêzên dagirker îro berbangê, operasyonên teqandinê li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê pêk anîn, hevdem ligel êrîşên balafirên helîkopterê. Di heman demê de, makîneyên leşkerî gule bi ser herêmên rojhilatê kampa El-Birêc li nava Xezeyê barandin, û balafirên şer herêmên bakurê Xezeyê topbaran kirin.
Di encama van êrîşan de, duh 11 Filistînî şehîd ketin, sê rojnamevan di nav wan de hene. Û ji dema destpêkirina agirbestê di 10ê Cotmeha borî de, 1300 binpêkirinên peymanê hatine tomarkirin, di encamê de 1820 Filistînî şehîd û birîndar bûne. Ev yek wek berdewamîya eşkere ya binpêkirinên Îsraîlê li dijî sivîlan e.